محتويات الإدراج الذي تريد إرساله:
DUWA MEZIN
Ya Şêşimis tû bi deye xatira Hesenî zerbaba , Def û şibaba , Qûdis û Mekeh û Medîn û Ka’ba , Êzdînê Mîr babê baba , Mezinê çendî sihaba …
Ya Şêşimis tû bidî xatira dûrra sipîye , Pedşayê bêrîye , Surra heq ya sultan Êzîye …
Ya Şêşimis tû bide ye xatira melik şêsine û xêrêt sefîla , Şêrpik û çira û perî û qendîle , Tû bi xatira dergeh û dîwanêt sultan Şîxadî kî …
Ya Şêşimis tû bideye xatira her heft melekêt kibîr , Azrayîl, Cebrayîl, Derdayîl, Şemnayîl, Mîkayîl, Ezazîl û Ezrafîl ewin her heft melekêt kebîr , ji berî xasa û çendî bedîl , wê di destê wan de mifte û kilîl , Ew di rawestayine li hizreta melikê celîl ...
Ya Şêşimis tu bi deye xatira melekêt ber rojê , çawîşê Şêşimis , Berces melek , mişterî , midîyan , E s’ed , qedîbilban , hecam , Amadînê şemsa , Mendê şerîf û Mendê tokil kî ...
Ya Şêşimis tû bideye xatira ixtîyarê muxfî surr , li ser pira selatê , hadir, Qadir, Nadir û Cencerê cabir , Cabirê rafi’il kerim , qesra cehwerî binyat , melekê fênîyê , qubet libdor il’alî , bi qedrê ‘Umranê hindî kî ...
Ya Şêşimis tû bideye xatira mezin meydana meleka , li ser holê sekinî Derwêş qatan , serdarê heştî siwarê malêt Adîyan , pîrê libina ,nefesa Êzî , şex Mend , Nasirdîn û Sicadîn , Sitîya ês , Pîrafat , xatûna fexra , Rabî’a ‘Edewîya , zimzim , qubet il bidor , bi qedrê Êzdînemîr kî ...
Ya Şêşimis tû bi deye xatira kaniya sipî , seyid el kewin , hewid il kewdel , bukrêt bukir , tobedarêt qedîm , berê şêx Ehmed ,şêx Şelal , pîr Bub , pîr Mendê gor , delîlê behra , Zincil , Werraq , Miş’el , Miştêî , surra Tawisî Melek , tû bideye xatira her hefit kurêt pîrê li derê mîr Amadîn kî ...
Ya Şêşimis tu bi deye xatira pîrî Gos , pîrî Kemal , pîrî Mecirmafa , reşê Gareyî , Guhar zer û Zer guhar , Şeswar , Seyid el bedew , dara Qewala , Sitîya Ês maka Şîxadî , qapîya reş qapîya miraza , miraza xudan miraza , miraza erd û asmana bi çite ber wê qapîyê ........
Ev du’aye min ji zar devê qewilzanê hêja û jêhatî berêz ( MERWAN BABIRI ) li meha nîsana 2006 li bacêrê Oldenburg daye nivîsîn , gelek sipasîya wî dikim û serferazîyê jêre dixwazim .......
Bedelê feqîr Hecî
|