محتويات الإدراج الذي تريد إرساله:
Şîna Aşiqan
Şîna Aşiqan
Bedelê feqîr hecî
Elmanya 2003
Dema dilber neçar bûyî xatirê bixiwaze û dûr here ,
bi rûkên wêda firmêskên dilkeser û kovandara hatine xiwar ,
destên xiwe ji bo xiwedê xiwe yê daliqandî li ser xaçê bilindkirin ,
lewa jî tiracîdiya xaçkirina hezretî Îsa dubare bû ,
ewî daxiwaz ji celada kir , hinekê lêxistina bizmara li esr dest û pên wî gîroken ,
da ku ji xaça xiwe were xiwar û rondikên qîza xiwe bimale …….
Dengê nalîn û ofînên min jî gehiştin tev dera , li erda û hem jî li ezmana ,
mestî sikranim ,
ketime coreke giran ,
bûme nexiweşekî pirr bê hal ,
taya mirinê ez girtim ......
li ezmana firîşte û horîya semaya xiwe ya perwestinê ya kû li dora Xiwedê dikirin û dizivirrîn rawestandin û kirine govenda Mewlanayê romî ,
dakû bîrewerya aşiqê mezin Şemsê tewrêzî li darxin û hinekê beşdarî xemên mirovan bin û piştevanîyê li wefadara bigirin ......
Belê ji bo xema dilê me ,
Bûdayê hekîm kenîya xiwe ya her û her deqîqeyekê rawestand û beşdarî xemên me bû ,
li Gelgamişê somerî û mîr Mihê êzidî sivik bû karesata mirinê ,
hinekê xiwe ji bîr kirin piştî bi halê me yê perîşan zanîn û gotin :
tenê aşiq zîndîne û nemirin ......
Ji bo xatira derdê me ,
li Bexdayê Helac dûbare sax bû ,
Helac li gemyekê yî siwar bû û bi robarê Dîcleda bo sefereke tim û tim û nevegerr di ço û banî dikir :
ezim Xiwedê û ,
Xiwedê eşqe û ,
tenê aşiq Xiwedê nas diken ......
Ne her eve ,
Beko ewan jî , li kiryarên xiwe peşîman bû û lêborîn ji Mem û Zînê xiwest,
Û soz da çu carên din bê dilya aşiqan neke ......
Temûzê Babilî jî şîn gêrra û mana xiwe li cîhana bin erdî dirêj kir û êdî ne xiwest vegerre ,
Lewa jî ,
Hekîmên Misrî û Girîkî porrê xiwe tiraşîn û bi pê xiwasî xiwe pîşandanek birine derê komelgehên Xudawendên Olimpîya û girîn û ,
Metrsîya wê yekê xuyakirin ,
Lewa jî Zîyos derket û soz da ,
seferê li gel Îştarê li binya erda biket ,
da Temûzî qayîl ken kû derkevte ser erda ,
ji ber kû ,
aşiqên genimî tev li hîvîyêne û jiyan bêy vegerra wî êdî hew berdewam dibe …..
Belê , belê , ji bo xemên me ,
ji bo keserên me ,
ji bo şîna me ,
gula pelgên xiwe werandin ,
li ezmanî kesk û sorê rengê reş li xiwe zêdekir ,
pelatînik li beharê hew xuyabûn ,
deryayê êdî gemî hew hewandin ,
zarok êdî hew girnijîn ,
dayika lorkên xerîbîyê ji bo dergûşên xiwe vegêrran ,
Bilbila ,
bilbila sirûdên eşqê hew sitiran ,
sazbenda êdî mozîk hew jenîn ,
saqî ji meyxanê turrebû , û êdî hew qedehên şerab û meyê dagirtin ,
volkan vemirîn û êdî hew agir rijtin ......
borîn wext û zeman ,
geryam li her cî , û min pisyara dilbera xiwe ji geleka kir ,
ji bayî , ji rojê , ji robara , ji daristana , ji kulîlka , ji refên qaz û qulinga , ji qintarên xezal û pezkûvîya , ji şoreşvanên serê çîya , ji koçerên deşt û zozana , û ji Xidirê zînde ......
teva got :
belê em wê nas diken ,
li mehê carekê em wê dibînin ,
ewe,
heyva ,
çarde ,
şevî ............................................
|